Netanyahu: Hêza me ya asmanî dikare bigihîje her cihekî li Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, ji ber serdestiya hêza wan a asmanî, şiyana wan heye ku di dema pêwîst de bigihîjin her xalekê li ser xaka Îranê.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro 3ê Gulanê daxuyaniyek belav kir û tekez kir, divê welatê wî her tim ji dijminên xwe bihêztir be. Netanyahu aşkere kir, ji bo zêdekirina şiyana artêşê, Îsraîl dê hejmareke mezin a firokeyên şer ên herî pêşkeftî yên cureyê F-35 û F-15 bikire.

Netanyahu diyar kir, ev firokeyên nû dê serweriya Îsraîlê li asmanan xurtir bikin û got: "Firokeyên me jêhatî ne û di nava amadebaşiyeke tam de ne, daku her dema ku pêdivî hebe, bigihîjin her xaleke asmanê Îranê."

Derbarê rûbirûbûna dronan de, Netanyahu da zanîn ku wî ferman daye projeyeke taybet dest pê bike daku rûbirûyî vê gefê bibin. Herwiha got, ew ê dronên nû yên ku berhemên kompanyaya "Şîn û Spî" ne pêş bixin û ev yek dê hevsengiyan bi temamî biguherîne.

Netanyahu aşkere kir, ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi welatên biyanî re, wî ferman daye ku giranî bidin berhemanîna çekan a navxweyî û veberhênanên li vê kertê zêde bikin.

Ji bo vê mebestê, Netanyahu ragihand ku di dema 10 salên bê de, ew ê 350 mîlyar şîkel (nêzîkî 119 mîlyar dolar) li budceya bergiriyê ya welat zêde bikin, daku Îsraîl di warê dabînkirina çekan de bibe welatekî serbixwe.