Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide cotkaran
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo kêmkirina zirarên cotkaran û parastina wan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya komîteyeke taybet a Encûmena Wezîran û kerta taybet dest bi amadekariyan kiriye daku wî genimê ku Bexda red dike ji cotkaran werbigire û bihayê wî ji wan re dabîn bike.
Berdevkê Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Heta niha nayê zanîn ka ew genimê ku bimîne çend e û em ligel hikûmeta Iraqê ji bo wergirtina genimê cotkaran hîna negihîştine qonaxa dawiyê."
Berdevkê Wezareta Çandiniyê herwesa da zanîn ku lîjneyeke berbazarkirinê li Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê heye ku ji çend wezaretan pêk hatiye, û ew genimê ku bimîne, ew lîjne serperiştiya firotina wî di bazarên Herêma Kurdistanê de dike.
Li ser wî genimê ku îsal ji aliyê Iraqê ve ji cotkarên Herêma Kurdistanê tê wergirtin, Newzad Şêx Kamil ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ji ber barîna guncayî ya baranê û dabînkirina tovê baş, pêşbînî tê kirin ku berhema genimê îsal ê Herêma Kurdistanê bigihîje 1 milyon heta 1.5 milyon ton genim. Lê hikûmeta Bexdayê razî bûye ku tenê 292 hezar tonên genim ji cotkaran werbigire.”
Navbirî amaje jî da: “Ev hejmar ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê ve wekî "stemeke mezin" bi nav kiriye, ji ber ku li gorî parêzgehên navîn û başûrê Iraqê gelek kêm e û bersiva keda cotkaran nade.”
Wî li ser nirxê genim jî got: “Bexdayê ji bo îsal nirxê her tonekê genim 700 hezar dînar diyar kiriye, ku piştî jêbirina risûmatan nêzîkî 680 heta 690 hezar dînaran ji bo cotkaran dimîne. Ev jî li gorî sala borî, ku 850 hezar dînar bûn, gelek kêm bûye.”
Newzad Şêx Kamil herwesa got: “Ji bo rêgirtina li ber zirarên cotkaran, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavê dike ku, bi rêya sektora taybet û du kompaniyên mezin ên navxweyî, wî genimê ku Bexda wernagire bifiroşe û parastina ewlehiya xwarinê û mafên cotkaran bike serpişk.
Ev çend sal in ku her du kompaniyên Xoşnaw û Qeywan, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wî genimê cotkaran ku dimîne dikirin û li sûkê difiroşin, ev jî wekî piştgiriyek ji bo keda cotkaran.