Biyare berbijara baştirîn gundê geştiyariyê yê cîhanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Bizavên nasandina Biyareyê wek "Baştirîn gundê geştiyariyê yê cîhanê" berdewam in û Rêveberiya Giştî ya Geştiyariyê ya Helebçeyê jî radigihîne ku Biyare ji bo bidestxistina wî nasnavê navneteweyî yekane berbijara Iraqê ye.
Rêveberê Geştûguzarê yê Helebçeyê Çiya Qasim îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku di çarçoveya amadekariyan de ji bo îsal, wan ligel şandeke Desteya Geştûguzarê ya Iraqê serdaneke meydanî ji bo Biyareyê kir û hemî ew şertên ku Rêxistina Geştiyariyê ya Cîhanê (UNWTO) diyar kirine, tê de hene; wekî: hejmara şêniyan, parastina çandê, ziman û xwezaya deverê.
Çiya Qasim herwesa got: "Em bi giringî ve li ser wê yekê kar dikin ku Biyare bibe baştirîn gundê geştiyariyê yê cîhanê û gelek xal ji bo berbijarbûna wê hebûn, mîna: hebûna darên kevnar ku temenê hinek ji wan ji 200 salan zêdetir e û sîstema avdêriyê ya kêmpeyda."
Heta niha 320 gund li cîhanê ketine nava vê torê, Biyare li ser asta Iraqê yekane berbijar e, û yek ji daxwazên sereke ji bo pêşxistina deverê dabînkirina xizmetkariyên bankî yên dîjîtal ên wekî ATM û amûrên POS ji bo bazar û dukanan e, daku hêsankarî ji bo geştiyarên navxwe û derve bên kirin.
Rêveberê Geştûguzarê yê Helebçeyê herwesa da zanîn ku bidestxistina vî nasnavî ne tenê ji bo aliyê manewî ye, belkî dê dibe sedema kişandina veberhêneran ji bo deverê, nûjenkirina cihên şûnwarî û bingehên tenduristiyê, û nasandina Biyareyê wek cihekî geştiyarî yê cîhanî li ser nexşeya navneteweyî, ku ev yek jî dê bandoreke rasterast li ser pêşkeftina aborî ya deverê bike.