Trump: Piştgiriya şerê li dijî Îranê nakim, lê rê nadim bibe xwedî çekê atomî
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew naxwaze şerekî li dijî Tehranê bide destpêkirin, lê tekez kir ku ew ê bi ti awayî rê nedin Îran bibe xwedî çeka atomî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî derbarê rageşiya li Tengava Hurmizê û peywendiyên bi Îranê re ji rojnamevanan re axivî. Trump destnîşan kir, ew naxwaze şer derkeve û got: "Ez piştgiriyê nadim şerê li dijî Îranê, ez jê hez nakim û ji ti cure şerî hez nakim."
Trump destnîşan kir, şiyana leşkerî ya Îranê lawaz bûye û got ku êdî Îran ne xwedî keştiyên şer û mûşekên bi bandor e. Serokê Amerîkayê herwiha diyar kir, pêvajoya ligel Îranê "baş" birêve diçe û Tehran di danûstandinan de "nermtir" bûye. Lê belê, derbarê rûbirûbûna deryayî de peyamên tund da û got: "Artêşa Amerîkayê teqandina keştiyan ji rizgarkirina wan baştir dibîne."
Di hevpeyvînekê de ligel kanala "Fox News", Donald Trump du rê dan pêşiya rayedarên Tehranê: "Yan îmzekirina peymanekê bi niyeta baş, an jî destpêkirina şer." Trump hişyariyeke zelal da Îranê û got: "Heke Îran li Tengava Hurmizê êrîşî keştiyên Amerîkayê bike, ew ê were tunekirin." Herwiha anî ziman ku şandina hêzên leşkerî yên Amerîkayê bo navçeyê berdewam e û heke pêwîst bike, ew ê çekên herî pêşkeftî bikar bînin.
Serokê Amerîkayê roja Yekşemê bi rêya platforma "Truth Social" operasyona bi navê "Projeya Azadiyê" ragihandibû. Armanca vê operasyonê ew e ku rê li ber wan keştiyên li Tengava Hurmizê asê mane were vekirin da ku bi azadî çûnûhatinê bikin.
Îranê di 28ê Sibata 2026an de Tengava Hurmizê, ku pêncyeka petrol û gaza cîhanê di ser re derbas dibe, girtibû. Di bersiva vê gavê de, Amerîkayê ji 13ê Nîsanê ve dorpêçeke deryayî ya berfireh li ser benderên Îranê ferz kiriye.