Rêjeya wergirtina genimê cotkarên Kurdistanê hat zêdekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ragihand ku rêjeya wergirtina genimê Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve ji bo 400 hezar tonan hatiye zêdekirin, lê ev rêje nayê qebûlkirin û li gorî berhema pêşbînîkirî ya îsal gelek kêm e.
Rêvebera Giştî ya Plankirin û Şopandinê li Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Zêda Mihemed îro (Sêşem, 05ê Gulana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku, di civîna duhî (Duşem, 4ê Nîsana 2026ê) ya Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê de, ku bi serperiştiya Mihemed Şiya Sûdanî bi rê ve çû, biryar hat dan ku rêjeya wergirtina genimê Herêma Kurdistanê ji 292 hezar tonan bibe 400 hezar ton.
Dr. Zêda tekez jî kir ku ew civîn bêyî tevlîbûna ti nûnerên Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rê ve çûye û piştî biryar li ser rêjeya nû hatiye dan, bi awayekî fermî ew hatine haydarkirin.
Wê berpirsa Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê tekez jî kir: "Em vê rêjeyê jî kêm dibînin û qebûl nakin. Em dê hemî bizavan ligel Wezareta Çandiniyê ya Iraqê bikin, daku wê rêjeyê zêde bikin, ji ber ku ev rêje li gorî berhema îsal a cotkarên Herêma Kurdistanê, ku tê pêşbînîkirin ji 1 milyon û nîv tonî zêdetir be, gelek kêm e."
Dr. Zêda Mihemed eşkere jî kir: “Sala borî, ku ji aliyê çandiniyê ve wek hişkesalî hatibû hesibandin, 400 hezar tonên genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê hatibûn wergirtin. Lê îsal ew berhem gelek zêdetir e, ji ber wê yekê em daxwaz dikin ku ji 400 hezar tonan zêdetir genim bê wergirtin.”
Wê berpirsê li ser nirxê genim jî got: “Îsal ji bo her tonekê genim 700 hezar dînar hatine diyarkirin, di demekê de ku sala borî ji bo her tonekê 850 hezar dînar bûn. Ev yek jî zirareke din e ku digihîje cotkarên Iraq û Herêma Kurdistanê.”
Hikûmeta Iraqê her sal bi hinceta gihîştina pişka Herêma Kurdistanê ji wergirtina genim kêm dike, ku ev yek jî zirareke mezin digihîne sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê.