Elî Teter: Projeya Pîşesaziya Xurekê ya Dihokê dê bi hezaran derfetên kar peyda bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê hûrgiliyên nû derbarê projeya stratejîk a pîşesaziya xurekê de eşkere kirin û ragihand, ev proje dê bibe navendeke mezin a aborî û bi dehan hezar derfetên kar ji bo welatiyan peyda bike.

Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter îro Çarşemê (6ê Gulana 2026an) di daxuyaniyeke rojnamevanî de, behsa qonaxa niha ya Projeya Stratejîk a Pîşesaziya Xurekê ya li parêzgehê kir û destnîşan kir ku projeyê qonaxên giring birîne û niha ji bo veberhêneran amade ye.

Elî Teter da zanîn, di sala 2020an de, di lûtkeya belavbûna vîrûsa Koronayê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê vê projeyê danî. Teter got: "Armanca sereke ya vê pêngavê, komkirina hemû pîşesaziyên xurekê li yek navendê û li ser rûbereke guncayî ye ku hemû pîvanên tenduristiyê tê de hatine parastin."

Parêzgarê Dihokê diyar kir, jêrxana projeyê ya wekî rê, av û elektrîk bi temamî hatine dabînkirin. Her wiha eşkere kir ku proje ji du beşên serekî pêk tê. Beşê yekem taybet e bi depoyên parastina madeyên xurekê û beşê duyem jî ji bo avakirina kargehên cuda yên pîşesaziya xurekê hatiye terxankirin.

Teter herwiha got: "Niha daxwazeke pir mezin ji aliyê veberhêneran ve heye ji bo kirîna zeviyan, da ku depoxane û kargehên xwe li vê navçeyê ava bikin."

Derbarê giringiya aborî û civakî ya projeyê de, Elî Teter got: "Dikarim bibêjim ku dema ev proje bi temamî bikeve kar, dê bi dehan hezar derfetên kar ji bo welatiyan biafirîne. Ev proje dê bibe piştgiriyeke xurt ji bo kerta pîşesazî û xurekê li seranserê Herêma Kurdistanê."