Karnameya Serokwezîrê raspartî li nêzîk digihîje Parlamentoya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku di nava van her du rojan de, bernameya kar a hikûmetê ji aliyê Serokwezîrê raspartî ve digihîje destê parlamenteran.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand: "Parlamento îro yan sibe dê karnameya hikûmetê ji Serokwezîrê raspartî Elî Zeydî werbigire, bi armanca parvekirina wê li ser endamên parlamentoyê, daku lêkolînê li ser bikin û haydarî hûrgiliyên wê bibin."

Ji aliyekî din ve jî, parlamentoyê xwendina yekê ji bo projeqanûna tenduristiya derûnî bi dawî anî, ku ji aliyê Lijneya Tenduristî û Rûbirûbûna Madeyên Hişber û Bandorên Derûnî ve hatibû pêşkêşkirin.

Serokê "Nehcul Wetenî" Ebdulmuhsin Mûsewî jî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Divê heta roja Sêşemê ya hefteya bê kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê raspartî Elî Zeydî di parlamentoyê de baweriyê werbigire. Eger na, Iraq dê ji ber demsala Hecê bikeve ber valahiyeke destûrî."

Aliyên di nava Çarçoveya Hemahengiyê de li danê êvarê yê roja Duşemê, 27ê Nîsana 2026ê, bi awayekî fermî li ser diyarkirina Elî Falih Zeydî wekî yekane berbijar ji bo wergirtina posta Serokwezîrtiya Iraqê li hev kiribû.