Trump: Ji bo lihevkirina bi Îranê re ez geşbîn im
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew ji bo bidawîkirina aloziyên bi Îranê re geşbîn e, lê di heman demê de hişyarî da ku eger lihevkirin pêk neyê, ew ê dest bi êrîşên pir giran bikin.
Donald Trump, derbarê aloziyên ligel Îranê û rewşa li Rojhilata Navîn de destnîşan kir, hewldanên wî yên ji bo gihîştina rêkeftinekê ku dawî li krîza Tengava Hurmizê û bernameya atomî ya Tehranê bîne, berdewam dikin.
Trump di çalakiyeke piştgiriyê de ji bo namzedê Partiya Komarparêz li eyaleta Georgiayê axivî û got: "Em ji bo armanceke pir girîng dixebitin; ew jî ew e ku em nikarin rê bidin Îran bibe xwediyê çekên atomî. Piraniya xelkê dizanin ku tiştê em dikin, rast e û ev mijar dê di demeke nêz de bidawî bibe."
Her wiha Trump li Ofîsa Oval ji rojnamevanan re aşkere kir, gihîştina lihevkirinê "pir guncayî ye" û got: "Di 24 saetên dawî de me guftûgoyên pir baş encam dan, egereke mezin heye ku em bigihîjin rêkeftinekê."
Tevî peyamên geşbîniyê, Trump li ser hesabê xwe yê "Truth Social" peyameke tund weşand û gef li Tehranê xwar û got: "Eger Îran li ser tiştên hatine diyarkirin li hev bike, hingê pêvajoya (Dastana Hêrsê) bidawî dibe. Lê eger razî nebin, bombebaran dê dest pê bike û mixabin asta êrîşan dê ji her carê tundtir û bihêztir be."
Di çarçoveya hewildanên dîplomatîk de, Trump biryar da ku "Projeya Azadiyê" ya ku ji bo parastina keştiyan li Tengava Hurmizê hatibû destpêkirin bide rawestandin. Ev wek nîşaneyeke pêşketina di danûstandinan de hat dîtin. Lê belê, Washingtonê dorpêça li ser benderên Îranê ku ji 13ê Nîsanê ve hatibû ragihandin, hîn ranekiriye.
Li aliyê din artêşa Amerîkayê ragihand, firokeyeke wan a şer a Hêzên Deryayî, êrîşî keştiyeke petrolhilgir kiriye û ew jikar xistiye, piştî ku wê keştiyê hewl dabû dorpêça li ser benderan bişkîne.