Li Hesekê qonaxeke nû ya lihevkirinê: Koşkên Dadê vedibin û girtî tên berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî civîna rayedarên hikûmetê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li parêzgeha Hesekê, pêngavên nû ji bo aktîvkirina pergala dadwerî û cîbicîkirina lihevkirina "tevlêbûnê" hatin avêtin.

Rêveberiya Ragihandinê ya Hesekê belav kir, proseya cîbicîkirina lihevkirina tevlêbûnê li parêzgehê derbasî qonaxeke pêşketî bûye. Ev yek piştî civîna Şandeyê Serokatiyê Emîd Ziyad Ayêş, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî pêk hat. Di civînê de li ser nexşerêyeke zelal ji bo derbaskirina astengiyên berê li hev kirin.

Koşkên Dadê li Hesekê û Qamişlo vedibin

Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî aşkere kir, îro pêncşemê Koşka Dadê ya li bajarê Hesekê bi fermî tê vekirin û dadwer dê vegerin ser karên xwe. Ev pêngav wekî bingehek ji bo serweriya qanûnê û çalakkirina saziyên dadwerî tê dîtin.

Heman plan dê li bajarê Qamişlo jî were cîbicîkirin û li wir jî Koşka Dadê were vekirin, da ku pergala dadwerî li seranserê parêzgehê bibe yek.

Li gorî daxuyaniyê, Encûmena Bilind a Dadweriyê dê dest bi hevdîtinan bi karmendên ku berê di bin navê "Meclîsên Dadê" de dixebitîn bike. Kesên ku jêhatîbûna wan a hiqûqî hebe, dê di sîstema nû de werin wezîfedarkirin û hinek ji wan jî dê ji bo perwerdeyê bo Peymangeha Bilind a Dadweriyê bên şandin.

Berdana girtiyan û rêveberiya girtîgehan

Di çarçoveya vê lihevkirinê de, Hîlalî diyar kir ku di dema pêş de, dê bi sedan girtî piştî nirxandina dosyayên wan ên qanûnî werin berdan. Herwiha Wezareta Navxwe dê bi temamî rêveberiya saziyên girtîgehan li parêzgehê dewr bigire.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ev proseya yekbûnê di bin çavdêriyeke rasterast de berdewam e û ev gava ku hatiye avêtin, nîşaneyeke girîng e ji bo vegerandina rola saziyên dewletê li herêmê.