Îmarat ziyanên êrişên Îranê bi belge dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Îmaratê lijneyeke taybet ji bo belgekirina zirarên 2800 êrişên bi mûşek û dronan ên Îranê pêk anî, bi armanca daxwazkirina qerebûyê û parastina mafên qurbaniyên sivîl.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îmaratê (WAM) îro (Pêncşem, 7ê Gulana 2026ê) belav kiriye ku biryara pêkanîna wê lijneyê ji aliyê Şêx Mensûr bin Zayid Al Nehyan, Cîgirê Serokê Dewletê, Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û Serokê Dîwana Serokatiya Îmaratê ve hatiye dan, ku nûnerên çend wezaretann ligel nûnerên federal û birêvebiriyên xwecihî dê di vê lijneyê endam bin û dê ji aliyê Serokatiya Dozgeriya Giştî ve bê birêvebirin.
Herwesa erkê vê lijneyê komkirina belgeyan û dokûmentkirina êrişên Îranê, tawanên navdewletî û wan ziraran e yên ku gihîştine çend deveran û welatiyên Îmaratî û biyaniyên xwecihên Îmaratê, herwesa dê van belgeyan bikin "tomareke nîştimanî".
Ev pêngav jî di demekê de ye ku meha borî Îmaratê daxwaza lêpirsînê li Îranê kiribû, û herwesa daxwaz kiribû ku hemî zirarên wan bên qerebûkirin.
Ji piştî 28ê Sibata îsal ve ku şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê hat destpêkirin, li gorî amara Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê, Îranê di heyama şer de zêdetir ji 2800 dron û mûşekan arasteyî Îmaratê kirine.
Ev yek wekî zêdetirîn êrişên Îranê yên li ser welatên deverê tê hesibandin. Di encama van êrişan de jî, 12 kes hatine kuştin, ku di nav wan de tenê du serbaz hebûn û 10 kesên din jî hemî sivîl bûn.