Îmarat: Me bersiva hejmareke dron û mûşekên Îranî da

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê ragihand ku sîstema berevaniya asmanî ya welatê wan bersiva çend êrişên mûşekî û dronî daye, ku ji aliyê Îranê ve hatibûn arastekirin. Hevdem biryara pêkanîna lijneyeke nîştimanî ji bo dokûmentkirina zirar û "tawanên navdewletî" hat dan.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê îro (În, 08ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X"ê belav kir: "Berevaniya asmanî ya Îmaratê rûbirûyî destdirêjiyên bi mûşek û dronan dibe, ku ji Îranê ve tên avêtin."

Wezareta navbirî amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew dengên bihêz ên li deverên cuda cuda yên Îmaratê hatine bihîstîn encama pûçkirina mûşekên balîstîk, mûşekên krûz û dronan ji aliyê sîstema berevaniyê ya wî welatî ve bûye.

Cîgirê Serokê Dewletê û Serokê Dîwana Serokatiyê Şêx Mensûr bin Zayid Al Nehyan di karvedana van êrişan de biryara hejmar 4 a sala 2026ê ji bo pêkanîna "Lijneya Nîştimanî ji bo Dokûmentkirina Karên Şerxwazî, Tawanên Navneteweyî û Zirarên Çêbûyî" derxist.

Erkê vê lijneyê komkirina belgeyan û dokûmentkirina êrişên Îranê û tawanên navneteweyî û ziraran e, ku ji ber wan zirar gihîştiye çend dever û welatiyên Îmaratî û biyaniyên xwecihên Îmaratê, herwesa dê van belgeyan bikin "tomareke nîştimanî".

Ev pêngava dewleta Îmaratê jî di demekê de ye ku Îmaratê li meha borî daxwaza lêpirsînê ji Îranê kiribû, herwesa daxwaza qerebûkirina temamiya zirarên xwe jî kiribû.

Ji piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê di 28ê Sibata îsal de, li gorî amarên Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê, Îranê zêdetir ji 2 hezar 800 dron û mûşekan arasteyî Îmaratê kirine. Ev jî wekî zêdetirîn êrişên Îranê yên li ser welatekî deverê tê hejmartin. Di encama van êrişan de, 12 kesan hatine kuştin; ku di nav wan de tenê du serbaz bûn û 10 kesên din hemî sivîl bûn.