Hizbulaha Libnanê 22 êriş birin ser Îsraîlê
Navenda Nûçeyan (K24) - Hezbulahê bi 22 operasyonên leşkerî bersiva binpêkirinên Îsraîlê da; bikaranîna dronên nû yên "Fiber-optic" li eniyên şer sîstema berevaniyê ya Îsraîlê xistiye bin zextê û agirbesta li başûrê Libnanê rûbirûyî xetereke mezin kiriye.
Hizbulahê di daxuyaniyekê de ragihand: "Ji bo berevanîkirina ji Libnanê û gelê wê, û di bersiveka binpêkirinên artêşa Îsraîlê yên li hember peymana agirbestê—wek êrîşkirina li ser sivîlan û wêrankirina mal û gundên başûrê Libnanê—beyannameyeke leşkerî li ser operasyonên roja Şemiyê belav kiriye."
Hizbulahê tekez jî kir: “Ev êriş mafekî rewa ne ji bo berevanîkirina ji axê û rûbirûbûna destdirêjiyên Îsraîlê yên ku sînor derbaz kirine.” Amaje bi wê yekê jî kir: “Ev kêmtirîn erk e ji bo rawestandina dijmin ji bicihanîna armancên xeter ên li dijî dewlet û gelê Libnanê.”
Ji aliyekî din ve jî, artêşa Îsraîlê îtîraf kir ku di encama êrişa bi dronên bombekirî yên Hizbulahê de li roja Şemiyê, hejmareke serbazên wan birîndar bû ku efserek jî di nav wan de ye.
Tiştê ku bûye cihê baldarî û fikarên mezin di navxweya Îsraîlê de bikaranîna dronên ji celebê "Fiber-optic" (Fiber-optic drones) ji aliyê Hizbulahê ve ye. Ev celebê dronan bi wê yekê tên naskirin ku di lêdana armancan de pir hûr in, şiyana wan a xweveşartinê heye û bi awayekî rasterast tên arastekirin. Vê yekê jî qebxwaziyeke nû li pêşiya hêzên Îsraîlê çê kiriye.
Tevî ku bi awayekî fermî agirbest di navbera her du aliyan de heye, lê tohmetbarkirina hevdu li ser binpêkirina peymanê berdewam e. Hizbulahê bi rêya van operasyonan zexta xwe ya leşkerî li ser hêzên Îsraîlê li başûrê Libnanê zêde kiriye; ev jî nîşan dide ku eger binpêkirin berdewam bin, rewş dê ber bi aloziyên zêdetir ve biçe.