Artêşa Kuweytê: Me serê sibeha îro çend dron êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê ragihand ku serê sibeha îro sîstemên berevaniyê yên welatê wan çend dronên "dijminkarane" li asmanê Kuweytê êxistine û hêzên wan ên çekdar jî di amadebaşiya temam de ne.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê Eqîd Rukin Siûd Ebdulezîz Etwan li serê sibeha îro (Yekşem, 10ê Gulana 2026ê) ragihand; hêzên çekdar şopa çend dronên dijminkarane hildane, ku bi awayekî neqanûnî ketibûn nav qada asmanî ya welatê wan.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku sîstemên berevaniyê yên asmanî yên artêşa Kuweytê di dema çûna nav wan dronan de, li gorî rêkarên leşkerî yên pejirandî serederî bi wan re kiriye û xeterên wan pûç kirine.

Eqîd Siûd Etwan tekez jî kir ku hêzên çekdar ên Kuweytê ji bo parastina ewlehiya neteweyî û silametiya welatiyan û xwecihên li ser axa welatê wan di rewşa amadebaşiya temam de ne, tekez jî kir ku ew rêyê nadin tu gefeke derve ku serweriya asmanî ya welatê wan binpê bike.

Ev pêşveçûn di demekê de ne ku dever hevrûşî aloziyên zêde yên ewlehiyê dibe. Her çend e Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê eşkere nekiriye ku ew dron ji ku derê hatibûn an armanca wan çi bûye, lê piştrast kir ku rewş bi temamî di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ye.