Serokwezîrê Libnanê: Îsraîlê 68 gundên Libnanê kontrol kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Libnanê ragihand, welatê wan hatiye kişandin nav şerê Îran û Amerîkayê û bajarê Bint Cubeyl mîna Xezzeyê hatiye rûxandin.

Serokwezîrê Libnanê Nawaf Selam şeva borî 10ê Gulanê di daxuyaniyekê de rewşa dawî ya şerê li welatê xwe aşkere kir. Selam ragihand, heta niha 68 gundên Libnanê ketine bin kontrola artêşa Îsraîlê.

Nawaf Selam bal kişand ser asta wêranî û rûxandinê û diyar kir, bajarê Bint Cubeyl bi temamî hatiye rûxandin û wekî "komeke wêraneyan" mîna Xezzeyê lê hatiye, herwiha ziyanên mezin gihîştine binesaziya gund û bajarên başûrê welat.

Serokwezîrê Libnanê destnîşan kir, di dema danûstandinan de wan daxwaz kiriye ku bernameyeke zelal ji bo vekişîna hêzên Îsraîlê were danîn. Selam got: "Niha bala me li ser rawestandina êrîşan û bidawîkirina vî şerî ye. Piştî ku daxwazên me bên cîbicîkirin, em amade ne ji bo rêkeftineke aştiyê bi Îsraîlê re."

Serokwezîrê Lubnanê eşkere kir ku miletê wan şer hilnebajartiye û got: "Welatê me bi neçarî hatiye kişandin nav rûbirûbûna navbera Îran û Amerîkayê." Herwiha anî ziman ku piranîya gelê Libnanê piştgiriya danûstandinan dikin, da ku şer raweste û aramî vegere.

Tevî ku agirbest hatiye ragihandin jî, li gorî zanyariyan êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser navçeyên başûrê Libnanê berdewam dikin. Li aliyê din, Hizbullah jî bi mûşek û dronan bersiva baregeh û leşkerên Îsraîlê dide û rageşî li ser sînor her diçe zêdetir dibe.