Medyaya Îsraîlê dema egera êrîşkirina li ser Îranê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îsraîlî xişteya demkî ya êrîşê aşkere kir: Eger danûstandin biser nekevin, dê berî destpêkirina Mondîalê li Îranê bixin.

Medyaya Îsraîlî derbarê egera êrîşeke li ser Îranê de xişteyek belav kir. Li gorî van raporan, eger danûstandinên navbera Taran û Washingtonê bigihîjin xala têkçûnê, Îsraîl û Amerîka amadekariya operasyoneke leşkerî ya hevbeş dikin.

Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir ragihand, artêş di rewşa amadebaşiya herî bilind de ye û her kêliyê dikare vegere nav şer. Li gorî agahiyên kanala "I24NEWS", artêşa Îsraîlê ev çend hefte ne di vê rewşa amadebaşiyê de hatiye hiştin.

Rapora medyayê balê dikişîne ser cudahiyên mezin ên navbera Amerîka û Îranê. Tê pêşbînîkirin ku ji ber ku Serokê Amerîkayê Donald Trump vê heftiyê bi civîna bi Serokê Çînê re mijûl e, heta piştî civînê ti operasyon pêk neyê. Lê tê diyarkirin ku eger êrîşek pêk were, dê di navbera dawiya roja Duşema hefteya bê û berî destpêkirina Mondîala 2026an (11ê Hezîrana 2026an) be.

Derbarê şêwazê operasyonê de, medyaya Îsraîlî tîne ziman ku êrîş dê "kurt û biêş" be. Armanca sereke ya vê êrîşê ew e ku Tehran neçar bibe ku vegere ser maseya danûstandinan û daxwazên Amerîkayê qebûl bike. Herweha hat tekezkirin ku ev operasyon dê ne tenê ji aliyê Îsraîlê ve, lê bi hevahengiya tam a Amerîkayê were kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyekê de ragihand, bersiva Îranê ya ji bo pêşniyaza Washingtonê ya dawîanîna bi şer "bi ti awayî nayê qebûlkirin." Ev daxuyaniya Trump piştî wê hat, Îranê bi rêya Pakistanê bersiva xwe radestî Amerîkayê kiribû.

Ajansa "Tesnîm" a Îranê hinek hûrgiliyên bersiva Taranê eşkere kirin. Îran daxwaz dike ku "rageşiya li Libnanê bidawî bibe" û "azadiya firotina petrola Îranê" were misogerkirin. Lê rojnameya "Wall Street Journal" a Amerîkî diyar kir, bersiva Îranê daxwazên sereke yên Washingtonê bicih nayîne û ev yek metirsiya şer zêdetir dike.