Rêberê Îranê 10 xalên stratejîk ji bo paşeroja Kendav û Tengava Hurmizê diyar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xameneyî di daxuyaniyekê de, 10 xalên stratejîk û giring derbarê Kendav û Tengava Hurmizê de diyar kirin.
Medyaya fermî ya Îranê îro 11ê Gulana 2026an, ev 10 xalên Mucteba Xameneyî bi vî rengî belav kirin:
1- Hebûna Amerîkiyan û bicîhbûna wan li ser xaka welatên Kendavê, sedema herî mezin a nebûna ewlehiyê ye li navçeyê.
2- Baregehên leşkerî yên Amerîkayê bêdesthilat in û nikarin ewlehiya xwe, bi xwe jî dabîn bikin.
3- Paşerojeke geş li benda navçeya Kendavê ye; paşerojeke ku ji Amerîkayê dûr be û di xizmeta pêşketin û xweşgûzeraniya gelên navçeyê de be.
4- Çarenivîsa me û cîranên me yên di avên Kendavê û Deryaya Ummanê de, yek e.
5- Ji bo biyaniyan ti cih di Kendavê de nîne, eger hebe jî ew tenê kûrahiya avên deryayê ye.
6- Serkeftinên li pey hev ên Îranê li Kendavê, pêşengiya sîstemeke nû li navçe û cîhanê dike.
7- Ji bo dabînkirina ewlehiya Kendavê, divê spasiya serkeftina Îranê di birêvebirina Tengava Hurmizê de were kirin.
8- Divê hemû ew derfetên ku dijmin dikare ji bo xerabkirina Tengava Hurmizê bi kar bîne, ji holê werin rakirin.
9- Dabînkirina aramî û pêşketina gelên navçeyê, bi rêya bingehên yasayî û cîbicîkirina şêwazekî nû yê birêvebirinê li Tengava Hurmizê pêkan e.
10- Gelê Îranê dê bi wan destkeftên aborî yên ku ji birêvebirina nû ya Tengava Hurmizê têne bidestxistin, şa bibe.
Fermana ji bo Hêzên Çekdar
Herwiha hat ragihandin ku Rêberê Îranê Mucteba Xameneyî, duh ferman dabû hemû yekeyên hêzên çekdar ên welatê xwe ku li ser rûbirûbûna dijminan berdewam bin.
Ev rênimayên nû yên Rêberê Îranê di dema pêşkêşkirina rapora fermandarê baregeha "Xatemul Enbiya" de hatin dayîn, ku tê de asta amadebaşiya hêzên çekdar ên Îranê, di qonaxa niha de hatibû nirxandin.