Elî Zeydî serdana Hewlêrê dike

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bexda berê xwe dide Hewlêrê; Elî Zeydî dixwaze kabîneya xwe ya nû bi piştgiriya Kurdistanê dest pê bike û rûpeleke nû di peywendiyên bi paytexta Herêma Kurdistanê re veke, daku arêşeyên bi salan ên mûçe û bûdceyan ber bi çareseriyê ve bibe.

Çavkaniyekê ji Nivîsîngeha Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî îro (Duşem, 11ê Gulana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Piştî pêkanîna hikûmeta nû ya federal, Zeydî dê serdana Hewlêrê bike û dê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive.”

Çavkaniyê jêgotî herwesa got: "Bi piştrastî ve Serokwezîrê raspartî yê Iraqê dê ji bo başkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina arêşeyan kar bike."

Serokwezîrê raspartî yê Iraqê li roja Şemiyê, 02ê Adara 2026ê, ji bo cara yekê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hatibû kirin.

Elî Zeydî di wê serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê de ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke berpirsên din ên PDKê civiyabû.

Elî Zeydî di daxuyaniyeke taybet de ji bo peyamnêrê Kurdistan24ê Aram Bextiyar ragihandibû ku ew dixwaze aliyên siyasî yên Kurdistanî bi awayekî çalak tevlî kabîneya wî bibin.

Elî Zeydî li roja Pêncşemê, 07ê Gulana 2026ê, karnameya wezarî ya hikûmeta nû ya Iraqê pêşkêşî Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî kir; lê heta niha parlamentoyê tu demek ji bo bawerîdayîna bi kabîneya wî diyar nekiriye.

Li gorî destûra Iraqê, serokwezîrê raspartî tenê 30 roj hene ku kabîneya hikûmetê pêk bîne û baweriyê ji parlamentoyê werbigire.