Li Balafirgeha Katmandûyê agir berbû balafireke Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsên Nîpalê ragihand ku îro, piştî dadana balafireke Hêlên Asmanî yên Tirkiyeyê li Katmandûya paytexta wî welatî, agir berbû yek ji tayerên wê; ev yek jî bû sedema rawestandina geştên wê balafirgehê ji bo dema saetekê.

Berdevkê Desthilata Balafirvaniya Sivîl li Nîpalê Gyanendra Bahul îro (Duşem, 11ê Gulana 2026ê) ji ajansa Reutersê re ragihand: “Her 277 rêwî û 11 endamên tîma balafira ji celebê Airbus A330 ku ji Stenbolê gihîştibû Katmandûyê, piştî derketina agir, bi rêya dergehên hawarçûnê hatin veguhastin û tu kes birîndar nebûye.

Gyanendra Bahul herwiha got: "Agir berbû tayera paşiyê ya aliyê rastê yê wê balafirê. Tîman karî wî agirî vemirînin û ew balafir jî ber bi rêya taksiyê (taxiway) ve hat rakêşan; ew balafir niha ji kar ketiye."

Hêlên Asmanî yên Tirkiyeyê (Turkish Airlines) jî ji aliyê xwe ve ragihand ku di dema tevgera balafirê ya li ser rêya dadanê de, dûman li cihê dadana (landing gear) wê balafirê hatiye dîtin û yekser pişkinînên teknîkî ji bo wê balafirê hatine destpêkirin.

Alîkarê Serokê Hêlên Asmanî yên Tirkiyeyê Yahya Ustun jî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya “X”ê weşand: "Nirxandinên destpêkê nîşan didin ku ew dûman ji ber pirsgirêkeke teknîkî di lûleyeke hîdrolîk de derketiye." Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku geşteke din ji bo veguhastina rêwiyan hatiye rêkxistin.