Reuters: Siûdiyê çendîn êrîşên leşkerî yên rasterast birin ser Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa "Reuters" ragihand, Erebistana Siûdî wek bersivekê ji bo êrîşên Tehranê, çendîn êrîşên leşkerî yên veşartî û ranegihandî di hundirê axa Îranê de pêk anîne.
Li gorî rapora Reutersê ku dispêre du berpirsên Rojavayî û du berpirsên Îranî, ev êrîş nîşan didin ku Erebistana Siûdî di parastina xwe ya li hemberî rikaberê xwe yê herêmî de "biwêrtir" bûye.
Berpirsên Rojavayî eşkere kirin, êrîş di dawiya meha Adarê de ji aliyê Hêza Asmanî ya Siûdiyê ve hatine kirin. Berpirsekî diyar kir, ev operasyon tenê "bersivdayîneke wekhev" bû li hemberî bombebaranên Îranê yên li ser Siûdiyê. Her çend Reutersê ev agahî piştrast kiribin jî, hîn nasnameya tam a armancên hatine lêdan nehatine diyarkirin.
Aloziyên di navbera her du welatan de piştî 28ê Sibatê, dema ku Amerîka û Îsraîlê êrîşî Îranê kirin, derbasî qonaxeke nû bûn. Di vê demê de Îranê bi mûşek û dronan êrîşî her şeş welatên Encûmena Hevkariya Kendavê kir, herwiha firokexane, binesaziya petrolê û bingehên Amerîkayê kirin armanc û Tengava Hurmizê girt.
Wezîrê Derve yê Siûdiyê di 19ê Adarê de, ragihandibû ku mafê wan ê bersivdayîna leşkerî parastî ye. Piştî sê rojan, Riyadê nûnerê leşkerî yê Îranê û çar karmendên balyozxaneyê wek "kesên nexwestî" binav kirin û ew ji welat derxistin.
Li gorî daneyên Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê:
- Di hefteya dawî ya Adarê de, 105 êrîşên bi mûşek û dronan li ser Siûdiyê pêk hatibûn.
- Ev hejmar di hefteya yekem a Nîsanê de daket 25 êrîşan.
- Tê gotin ku êrîşên dawî êdî ne ji axa Îranê, lê belê ji axa Iraqê hatine kirin, ku ev wek nîşaneya paşvekişandina Tehranê tê dîtin.
Îmarat jî tevlî pêvajoyê bûye
Di heman raporê de hat ragihandin, rojnameya Wall Street Journal eşkere kiriye ku Îmaratê (UAE) jî bi dizî êrîşî Îranê kiriye. Hat gotin ku Îmaratê di destpêka Nîsanê de li Girava Lavanê parzûngeheke petrolê kiriye armanc û di encamê de şewateke mezin derketiye. Îranê di wê demê de bi avêtina bi dehan mûşekan ber bi Îmarat û Kuweytê ve bersiv dabû.