Asayîşa Silêmaniyê bi navê Serokê YNKê gef li parêzerên Lahûr Şêx Cengî kirine

Lahor Şêx Cengî
Lahor Şêx Cengî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve peywendî bi çar parêzerên dosyeya Lahûr Şêx Cengî re tê kirin û bi navê Bafil Talebanî gef li wan û kesûkarên wan tên kirin. Hevdem tîma parêzeran li ser îşkencekirina giran a girtiyekî di nav wê dosyeyê de hişyariyê dide.

Yek ji parêzerên dosyeya Lahûr Şêx Cengî, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî ku Pêncşema borî, 14ê Gulana 2026ê, rûniştina darizandina Lahûr Şêx Cengî û tohmetbarên din hat lidarxistin, şeva borî Asayîşê pêwendî bi me kir û bi navê Bafil Talebanî gef li me û malbatên me kirin ku eger em di rûniştina bê ya dadgehê de mîna rûniştina borî serederiyê bikin, dê berpirsiyarî û rûbirûbûna wê li ser milê we bi xwe be."

Wî parêzerî tekez kir ku her sê parêzerên din ên tîma berevaniyê jî bi eynî awayî peywendî pê re hatiye kirin û bi navê Bafil Talebanî gef li wan hatine xwarin.

Hişyariya li ser Îşkencekirina "Heme Reş"

Hevdem ligel van gefan, tîma parêzerên Lahûr Şêx Cengî şeva borî jî daxwazname û yadaştek arasteyî dezgehên bilind ên Herêma Kurdistanê û konsulxaneyên welatên biyanî kir.

Di wê yadaştê de hatîye eşkerekirin ku pêşmergeyekî Lahûr Şêx Cengî bi navê (Heme Reş), di heyama 9 mehên girtinê de li girtîgehên Silêmaniyê rûbirûyî tundtirîn awayên îşkenceya laşî û derûnî bûye. Parêzeran daxwaza desttêwerdana bilez a bijîşkî û qanûnî bo parastina jiyana wî kiriye.

Li gorî yadaşta parêzeran, li jêr îşkenceyê serê Heme Reş hatîye şikandin, pişta wî bi kêran hatîye birîndarkirin, diranên wî hatine şikandin û "li gorî gotina wî bi xwe ji zilamtiyê jî hatîye xistin." Parêzeran ev yek wekî "bizavekê bo şikandina rûmetê û kêmendamkirina herdemî ya wî girtî" wesif kir.

Ev rûdan û dadgehkirin piştî wê yekê tên ku li şeva 22ê Tebaxa 2025ê, li derdora Hotêla Lalezarê li bajarê Silêmaniyê, şerekî giran di navbera hêzên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî û çekdarên Lahûr Şêx Cengî de qewimî. Piştî şerekî ku çend saetan vekêşa, Lahûr Şêx Cengî ligel bi dehan alîgir û çekdarên wî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hat bindestkirin.