Eniya Gel: Me NY û nûnerên navdewletî li ser dosyeya "Heme Reş" haydar kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Serkirdetiya Eniya Gel di konferansekî rojnamevaniyê de pêşveçûnên dawiyê yên dosyeya girtiyê bi navê Heme Reş eşkere kirin û daxwaz ji wezaretên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez bên ser xetê.

Endamê Serkirdetiya "Eniya Gel" Sabir Ebdulrehman îro (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) ragihand: "Me daxwaz kiriye ku, çi bi rêya Wezareta Tendurustiyê yan Wezareta Navxweyî be, hemî ew raportên bijîşkî yên ku li ber destan in bên piştrastkirin û ew dosye bi rengekî fermî ji bo polîsan bê veguhastin."

Sabir Ebdulrehman amaje bi wê yekê jî kir ku niha ew li benda pêkanîna lîjneyeke bijîşkî ya taybetmend in, daku wan raportan piştrast bikin û paştir bi hûrî bên belavkirin û wekî dokuyment arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên kirin.

Desteya Mafên Mirovan û Dozgeriya Gştî li ser Xetê ne

Di pareke din a gotinên xwe de, wî berpirsê Eniya Gel eşkere kir ku Desteya Mafên Mirovan û Dozgeriya Gştî hatine ser xetê û biryar e her îro dest bi rêkarên pêkanîna lîjneyeke vekolînê bikin. Herwesa got: "Ev dosye wesa nîne ku zêdetir bê paşxistin û pêdivîtî bi karkirina bibilez heye."

Hişyarkirina li ser Navûdengê Herêma Kurdistanê

Sabir Ebdulrehman li ser xeteriya binpêkirina mafên mirovan li Herêma Kurdistanê jî hişyarî da û ragihand: "Binpêkirina mafên mirovan li Herêma Kurdistanê wêne û navûdengên herêmê li ba konsulxane û welatên cîhanê têk dide û ber bi qelsbûnê ve dibe, ji ber vê yekê jî me bi lez daxwaz kiriye ku li ser dosyeya Heme Reş dengê xwe bilind bikin."

Di dawiya konferansa rojnamevaniyê de, navborî amaje da pêngavên partiya xwe got: "Em pêşter li beramberî bingehên Neteweyên Yekbûyî (UN) kom bûn û me konsulxane, parêzer û Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser vê dosyeyê haydar kirine. Pêngavên me yên bên dê bileztir bin û em dê wekî hêzeke siyasî xebata xwe di çarçoveya qanûnê de dê berdewam bikin."