Wezareta Darayî: Zêdetirî 800 hezar mûçexuran kartên bankî yên "Hejmara Min" wergirtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku pêvajoya bankkirina mûçeyên fermanberan pêngavên mezin avêtine û ta niha zêdetir ji 800 hezar mûçexurên hikûmî kartên xwe yên bankî bi rêya projeya "Hejmara Min" wergirtine.

Projeya "Hejmara Min" di sala 2023ê de ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû ragihandin. Ev proje wekî pareke sereke ji bernameya Kabîneya Nehê ya hikûmetê tê hesibandin, ku armanca wê ya sereke nûjenkirina xizmetkariyên bankî û bihêzkirina jêrxaneya aborî ye li seranserî Herêma Kurdistanê.

Li gorî amarên herî dawiyê jî, heta niha hesabên bankê ji bo zêdetir ji 900 hezar mûçexurên hatine çêkirin. Welatî û mûçexur bi rêya peyamên kurt (SMS) ên telefonê rasterast li ser qonaxên tomarkirinê, dema wergirtina kartê û herwiha dema daxistina mûçeyên xwe tên haydarkirin.

Zêdekirina Amûrên ATM bo 1200 Amûran

Wezaretê bal kişand ser hêsankariyên zêdetir bo welatiyan û eşkere kir ku bankên pişkdar di projeyê de heta niha zêdetir ji 600 amûrên daxistina pereyan (ATM) li seranserî Herêma Kurdistanê danîne, ji bo kêmkirina qerebalixê û hêsankirina dûrxistina mûçeyan.

Li gorî pîlanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku heta bidawîbûna bi temamî ya wê projeyê, hejmara amûrên ATM bigihîne 1,200 amûran. Ev pêngavên darayî bi temamî li gorî qanûn, rênimayên Banka Navendî ya Iraqê tên meşandin.