Li Meletiyê erdhejek bi hêza 5.6 rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 5.6an rû da û bû sedema tirs û nîgeraniyeke mezin di nava welatiyan de.
Saziya Birêvebirina Karesat û Rewşên Awarte ya Tirkiyeyê (AFAD) ragihand, îro 20ê Gulanê saet 09:00an, erdhejek bi hêza 5.6 pile li gorî pîvera Richterê li parêzgeha Meletiyê pêk hatiye.
Li gorî zanyariyên AFADê, navenda erdhejê navçeya Battalgaziyê ye. Erdhej di kûrahiya 7.3 kîlometreyan de di bin erdê de çêbûye. Ji ber ku erdhej nêzîkî rûyê erdê pêk hatiye, bandora wê li navendê û navçeyên derdorê bi tundî hatiye hîskirin.
Erdhej ne tenê li Meletiyê, lê belê li bajarên cîran ên wekî Elezîz, Semsûr û Mereşê jî hat hîskirin. Welatî ji tirsa erdhejê, derketin kolan û qadan.
Heta niha derbarê ziyanên canî an jî hilweşîna avahiyan de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.