Li Dihokê salane zêdetirî 4 hezar ton masî tên berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Dêrelûkê yê ser bi parêzgeha Dihokê ve, projeya xwedîkirina masiyên Selemonê di nava 12 salan de, kariye bibe yek ji çavkaniyên sereke yên masî li herêmê. Ji ber av û hewaya guncayî, salane zêdetirî 150 ton masiyên Selemonê li vê derê tên berhemanîn.

Masiyên Selemonê yên li Dêrelûkê ji ber guncavbûna wan bi keş û avê herêmê re, bala gelek welatî û bazirganan dikişînin. Xwediyên projeyan diyar dikin ku germahiya ava deverê ya di navbera 10 û 20 pileyî de, şertê herî bingehîn e ji bo xwedîkirina vî cureyê masî.

Xwediyê projeya xwedîkirina masiyan, Herman Harîkî derbarê plana xwe ya mezinbûnê de aşkere kir, ew dixwazin di paşerojê de bibin dabînkerê sereke yê masiyan li seranserî parêzgehê. 

Harîkî got: "Plana me heye ku em ji firotina bi tak derbasî firotina bi kom bibin, daku em bibin çavkaniya sereke ya masiyan li parêzgeha Dihokê. Ji bo vê yekê em hewl didin projeya xwe berferehtir bikin û veguhêzin cihên ku çavkaniyên ava wan hîn baştir in. Ji ber ku ev masî pêdiviya wan bi germahiya navbera 10 û 20 pileyî heye."

Masiyên Selemonê ji ber mîfayên xwe yên tenduristiyê, di nav gel de pir tên hezkirin. Mişteriyê bi navê Alan Mihemed ku ji bo kirîna masiyan hatibû projeyê, bal kişand ser giringiya xwarina selemonê û got: "Masiyê selemonê gelek mîfayên xwe hene. Bijîşkan ji bo proteîn û Omêga-3 ya nav de pêşniyara xwarina vî masiyî ji bo me kirin. Em her tim tên vir daku ji bo malê vî masiyê paqij û bikêr bikirin."

Li gorî amarên fermî, li sînorê parêzgeha DIhokê 46 projeyên xwedîkirina masiyan hene, ku sê ji wan taybet in bi xwedîkirina masiyên selemonê. Salane li seranserî parêzgehê nêzîkî 4,000 ton masî tên berhemananîn. Li bajarokê Dêrelûkê tenê, hilberîna salane ya Selemonê ji 150 tonî derbas dibe û ev rêje sal bi sal ber bi zêdebûnê ve diçe.