Baran û lehî li Hatayê: Ziyanên giran ên canî û madî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Hatayê ya li başûrê Tirkiyeyê, barana xurt û lehiyê karesateke mirovî û ziyanên giran ên madî li pey xwe hîştin. Li navçeya Antakyayê ji ber herifîna axê xaniyek hilweşiya û li Samandaxê jî lehiyê otomobîl bi xwe re birin.

Li navçeya Antakyayê ji ber barana xurt, ax herifî û xaniyek bi ser niştecihên xwe de hilweşiya. Tîmên rizgarkirinê piştî xebateke dijwar karîn cenazeyê kesekî ji bin kavilan derxînin. Di heman xanî de, tîman 3 kesên din ku yek ji wan zarok e bi saxî rizgar kirin. Heya niha xebat ji bo dîtina kesekî winda ku di bin xirbeyan de maye, berdewam dikin.

Lehiyê bandoreke rasterast û giran li jêrxan û pergala hatûçûnê ya herêmê kir. Li ser rêya sereke ya di navbera navçeya Antakya û Samandaxê de, pirek bi temamî hilweşiya û ji ber vê yekê hatûçûn di navbera her du navçeyan de qut bûye.

Li navçeya Samandaxê jî ji ber serrijandina çeman, lehiyek mezin rabû û gelek otomobîlên welatiyan di nav avê de man û avê ew bi xwe re birin.

Ji ber barana ku hîn jî berdewam dike, piraniya rê û kolanên Hatayê di bin avê de mane. Av çûye nav hejmareke mezin a mal û kargehên welatiyan, ku ev yek bûye sedema ziyanên mezin ên madî.

Niha tîmên şaredariyê, tîmên rizgarkirinê û parastina sivîl li seranserî parêzgehê di rewşa amadebaşiyê de ne. Tîm bi hemû derfetên xwe hewl didin rêyên girtî vekin û alîkariya wan welatiyan bikin ku ji ber lehiyê ziyan dîtine.