Polîsên Dihokê girtina çend tohmetbaran bi tawanên cuda ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Dihokê di konferanseke rojnamevaniyê de eşkere kir ku tîmên dûvçûn û lêkolînê yên Polîsên Nehêlana Tawanan û bingehên polîsan li Dihok, Sêmêl, Şêxan û Amêdiyê, di dema borî de karîne gelek tohmetbaran bi tawanên cuda cuda yên mîna dizî, pereyê sexte û gefên tora civakî bigirin.
Berdevkê Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Dihokê Hêmin Silêman îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand ku hejmareke tawanbaran di sînorê parêzgeha Dihokê de hatiye girtin. Wî destnîşan jî kir ku ew tawan ji dizî, bikarhînana xirab a amûrên peywendiyê û medyaya civakî, belavkirina pereyê sexte, teqekirina gotre û bikarhînana madeyên hişbir pêk dihatin.
Berdevkê Rêveberiya Polîsên Dihokê hûrguliyên operasyonan jî eşkere kirin û diyar kir ku 5 tohmetbar hatine girtin, ku zêdetir ji 20 mobîlan, 18 hezar dolaran û 7 milyon dînarên Iraqî dizîbûn. Hevdem di sînorê qezaya Sêmêlê de jî tohmetbarek bi tawana dizîna 1 hezar dolar û 2.5 milyon dînaran hat girtin.
Gefên Medyaya Civakî û Parastina Jinan
Li ser tawanên medyaya civakî û gefxwarina li welatiyan, Polîsên Dihokê eşkere kir ku tenê di dema mehekê de 13 tohmetbar ji ber gefxwarin û sivakatîkirina bi welatiyan bi rêya mobîl û torên civakî hatine desteserfirin. Berdevkê polîsan bang li welatiyan û bi taybetî li keç û jinan kir ku di dema rûbirûbûna her gefekê de rasterast peywendiyê bi polîsan bikin û giliyê tomar bikin.
Hêmin Silêman herwesa got ku di dosyayeke din de, 3 tohmetbar ji ber belavkirina dolarên sexte li sûkên Dihok û Amêdiyê hatine girtin. Polîs hişyarî jî da ku her kesekê bizane ku pereyê sexte di dest de heye, nabe bi tu awayekî di bazarê de bi kar bîne û divê yekser polîsan jê agahdar bike.
Çekên Bêdestûrî û Bikarhînana Zarokan bo Parsekiyê
Li aliyekê din û di çarçoveya parastina ewlehiya deeveran de, li qezaya Şêxanê 5 tohmetbar ji ber teqekirina gotre û hilgirtina çekên bêdestûrî hatine girtin. Herwisa li Sêmêlê jî tohmetbarek hatiye girtin ku zarokên piçûk ên jiyê wan di navbera 10 heta 12 saliyê de bo karê parsekiyê bi kar anîne.
Di dawiyê de jî, Rêveberiya Polîsên Dihokê piştrastî da tevahiya welatiyên parêzgehê ku ew dê bi şev û roj li ser parastina ewlehî û tenahiya devera behskirî berdewam bin; herwisa daxwaza hevahengî û alîkariyeke zêdetir ji xelkê Dihokê kir, daku bi hev re rûbirûyî tawan û diyardeyên xirab bibin û wan ji kokê ve qut bikin.