Li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna li dijî nirxê genim zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Qamişlo bi sedan cotkar û nûnerên partiyên siyasî li dijî nirxê genim ê ku ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye diyarkirin, çalakiyên protestoyî li dar xistin. Xwepêşander daxwaz dikin ku nirxê genim li gorî mesref û keda cotkaran were sererastkirin.

Krîza aborî li Sûriyeyê her ku diçe kûrtir dibe û biryara dawî ya derbarê nirxê genim de, wekî "derbeyek li dijî keda cotkaran" hat pênasekirin. Cotkar û siyasetmedarên ku li qadan bûn, bal kişandin ser wê yekê ku hikûmet barê giran ê krîzê dixe ser milê kedkaran.

Siyasetmedar Zekî Heçî, di dema çalakiyê de ji Kurdistan24ê re axivî û rexneyên tund li Hikûmeta Şamê girtin. Heçî got: "Hikûmeta Şamê xwe wekî bazirganekî dibîne. Piştî salek û nîvekê ji xebat û kedê, li şûna ku piştgiriya cotkaran bike, nirxê genim dadixe. Di demekê de ku bihayê elektrîkê û xurekê sê-çar qat zêde bûye, daxistina nirxê genim karesat e. Ev biryar wê aboriya herêmê bi temamî parçe bike."

Cotkarê bi navê Nebîl Xelîl jî bal kişand ser girîngiya stratejîk a çandiniyê û bang li rayedaran kir ku guh bidin daxwazên wan. Xelîl got: "Pîşesazî û her tişt li vî welatî têk çûye, niha tenê çandinî maye. Çandinî aboriya neteweyî ye. Ger cotkar têk biçe, wê welat û gel jî têk biçe. Em ê li kolanan bin heya ku ev biryar were guhertin û nirxekî adil ji bo keda me were dayîn."

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku Hikûmeta Sûriyeyê nirxê kîloya genim wekî 31-32 sentan (bi hesabê dolarê Amerîkî) diyar kiriye, lê cotkar daxwaz dikin ku ev nirx herî kêm bibe 50 sent. Tê diyarkirin ku bi nirxê niha, cotkar ne tenê qezenc nakin, lê belê nikarin mesrefên mazot, kîmyewî û kedê jî derxînin.

Herwiha partiyên siyasî yên Kobanê jî xwepêşandanek li darxist û daxwaza zêdekirina buhayê kirîna genim kir a ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye diyarkirin, ji ber ku ne li gorî lêçûnên zêde yên çandiniyê ye .

Çalakiyên nerazîbûnê ne tenê bi Qamişlo û Kobanê sînordar in. Di rojên dawî de li parêzgehên Reqa, Dêrezor û Hesekê jî cotkar daketin qadan û li dijî polîtîkayên hikûmetê yên derbarê genim de dengê xwe bilind kirin.

Partiyên siyasî yên Kurd jî piştgirî dan daxwazên cotkaran û hişyarî dan ku eger nirx neyê guhertin, dibe ku cotkar dest ji çandiniyê berdin, ku ev yek wê ewlehiya xurekê ya welat bixe bin metirsiyê.