Aliyên siyasî yên Iraqê: Bêyî hevahengî li gel Herêmê, kabîneya nû biser nakeve
Navenda Nûçeyan (K24) – Aliyên siyasî yên Iraqê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê wekî "gaveke stratejîk û giring" pênase dikin. Serkirdeyên Şîe û Sune tekez dikin ku bêyî hevahengî û çareserkirina kêşeyên li gel Herêma Kurdistanê, kabîneya nû ya Iraqê biser nakeve.
Serkirdeyên fraksiyonên cuda yên li Bexdayê diyar dikin ku ev serdan nîşaneya "niyazpakî" û îradeya Hewlêrê ye, ji bo bidawîkirina pirsgirêkên ku bi salan e berdewam dikin.
Serkirdeyê Hevpeymaniya Hesm Selahadîn Dilêmî ji Kurdistan24ê re ragihand, ev serdan dê bibe sedema serkeftina proseya çareseriyê. Dilêmî wiha got: "Mesrûr Barzanî li ser asta navxweyî, herêmî û navneteweyî kesayetiyekî giran û xwedî bandor e. Ew bi rastî dixwaze kêşeyan çareser bike. Divê hikûmeta nû bizanibe ku bêyî lihevkirina li gel Hewlêrê, kabîneya federal serkeftî nabe."
Şêwirmendê Nûrî Malikî, Ebbas Mûsewî, destnîşan kir ku polîtîkaya "Çarçoveya Hevahengiyê" (Şîe) ber bi xurtkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê ve ye. Mûsewî got ku Serokwezîr Elî Zeydî jî di heman nêrînê de ye û serdana Mesrûr Barzanî bingeha sereke ya serxistina vê siyaseta nû ye.
Berdevkê Hevpeymaniya Nesr Eqîl Ridênî jî bal kişand ser mijarên serekî û wiha axivî: "Ev serdan derfetek e ji bo yekalîkirina dozên petrol, madeya 140, budçe û mûçeyan. Mesrûr Barzanî her wiha aliyan han dide ku proseya pêkanîna kabîneya nû bi lez temam bibe."
Serkirdeyê Hevpeymaniya Siyade Selah Kubêysî pesnê rola PDK û Serok Barzanî da û got: "Mesrûr Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê her dem li gel diyalog û derbaskirina nakokiyan bûne. Ev serdana niha ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo xizmeta tevahiya gelê Iraqê ye."
Di heman çarçoveyê de, siyasetmedar Ebû Mîsaq Mesarî û serkirdeyê Hevpeymaniya Azim Muzefer Kerxî dan zanîn ku maseya diyalogê bingeha çareserkirina qeyranan e. Kerxî diyar kir, Hewlêr bi çendîn destpêşxeriyên erênî bersiva peyamên hikûmeta Elî Zeydî daye û serdana Mesrûr Barzanî lûtkeya van hewildanan e.