Mesrûr Barzanî û Ebdulhusên Mûsewî tekezî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya destûrê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê îro Şemiyê, 23ê Gulana 2026an li gel Serokê Hevpeymaniya "Nehca Niştimanî" Ebdulhusên Mûsewî civiya.
Di civînê de, derbarê proseyeka siyasî ya Iraqê û pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de gotûbêj hatin kirin, bi mebesta çareserkirina kêşeyan û xizmetkirina zêdetir a welatiyan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha pîrozbahiya destbikarbûna wekî Wezîrê nû yê Tenduristiyê yê Federal li Ebdulhusên El-Mûsewî kir.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê, rêzgirtina li destûrê û mafên hemû pêkhateyan kirin.