Mesrûr Barzanî: Me tekezî li ser dabînkirina hemû mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna xwe ya bi Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zîdan re ragihand, di civînên wan de niyeta baş ji bo çareserkirina kêşeyan heye û wan daxwaza dabînkirina hemû mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 23ê Gulana 2026an,  li Bexdayê bi Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê Faiq Zîdan re civiya. Piştî civînê, Mesrûr Barzanî ji bo rojnamevanan daxuyaniyek da û tê de bal kişand ser encamên erênî yên hevdîtinên xwe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, heta niha civînên wan bi berpirsên payebilind ên Iraqê re gelekî baş derbas bûne û got: "Ez bi encamên hevdîtinên bi berpirsên hikûmeta federal re gelekî kêfxweş im û hêvî dikim ku em bigihîjin encamên hîn baştir."

Derbarê daxwaza hikûmeta federal a ji bo sûdgirtin ji projeya "Rûnakî" de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Em di warê dabînkirina elektrîkê de ji bo hemû welatiyên Iraqê amade ne her alîkariyekê bikin. Bi taybetî di werza havînê de ku pêdiviyeke zêde bi elektrîkê heye, me li ser çawaniya hevkariyê gotûbêjên berfireh kirin."

Mesrûr Barzanî derbarê bicîhkirina destûrê û rola dadweriyê de got: "Di civîna bi Serokê Encûmena Dadwerî re, me tekezî li ser dabînkirina hemû mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê kir. Herwiha me behsa temamkirina erkên hikûmeta federal kir, da ku ti qanûn neyên binpêkirin û mafên xelkê neyên xwarin."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aşkere kir ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de niyeta baş ji bo çareserkirina kêşeyan heye û hêviya xwe anî ziman ku paşerojeke geştir li benda welatiyan be.