Mesrûr Barzanî: Em hewl didin da ku di zûtirîn dem de kabîneya hikûmeta Herêmê pêk bê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku wan daxwaz kiriye mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê ji hemû pirsgirêkên din were veqetandin û mîna welatiyên din ên Iraqê muamele ligel were kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 23ê Gulanê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: "Têkiliyeke me ya dîrokî û demdirêj bi Hevpeymaniya Azim re heye û xalên me yên hevpar gelek in. Em ê ji bo çareserkirina wan mijarên ku heta niha di asta federal de mane, hevahengiya xwe ya bi hev re berdewam bikin."
Herwiha got: "Me di civînên xwe de daxwaz kiriye ku mijara mûçeyan ji hemû pirsgirêkên din were cudakirin. Divê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê wek mûçeyê hemû welatiyên din ên Iraqê were hesibandin û bi wî rengî muamele li gel bê kirin."
Derbarê avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî ragihand: "Me ji mêj ve daxwaz kiriye ku kabîneya nû ya hikûmetê were avakirin. Ji aliyê me ve ti pirsgirêk nîn e û em hemû hewlên xwe didin da ku kabîneya hikûmetê di zûtirîn dem de pêk bê."