Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer li Bexdayê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja duyê seredana xwe ya dîplomatîk bo paytexta Iraqê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt mala Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê û niha her du alî di civînê de ne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê), di çarçoveya berdewamiya civîn û hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, seredana mala Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Şemî, 23ê Gulana 2026ê) di çarçoveya seredaneke dîplomatîk a berfireh bo Bexdayê de, çend civînên giring li gel serokatiya her sê desthilatên federal (Bicihanîn, Qanûndanan û Dadwerî) kirin.

Herwisa biryar e Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her îro civîn û hevdîtinên xwe yên li paytexta Iraqê berdewam bike û çend hevdîtin û danûstandinên giring bi hejmareke serkirdeyên siyasî yên Iraqê re bike.

Piştgiriya Hewlêrê bo Kabîneya Nû ya Iraqê

Amanca serekî ya vê livîna dîplomatîk a berfireh a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandina piştgiriya fermî ya Herêma Kurdistanê bo biserxistina kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bû, bi merema xizmetkirina wekhev a hemî welatiyan.

Her di wan civînan de bizavên cidî bo misogerfkirina yekdengiyeke neteweyî hatin kirin, daku arêşeyên hilawestî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rengekî bingehîn bên çareserkirin; ku tê de tevahiya aliyan li ser pêdivîtiya rêzgirtina li qewareya fermî û federalî ya Herêma Kurdistanê, dûrxistina qanûnên neteweyî û vegeriyana ber bi destûrê hevnerîn bûn, daku hemî astengiyên siyasî û aborî bên rakirin.