Mesrûr Barzanî û Sûdanî çarekirina arêşeyên Hewlêr û Bexdayê li gorî destûrê tekez kir

Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî
Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya berdewambûna seredana xwe ya dîplomatîk bo Iraqê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê civiya. Di wê hevdîtinên de her du aliyan tekez li ser giringiya çareserkirina arêşeyan li gorî destûrê û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê), di roja duyê ya hevdîtin û civînên xwe yên fermî de li Bexdayê, ligel kesatiyê siyasî û Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û deverê hat nîqaşkirin, herwisa tekez li ser giringiya bihêzkirina alîkarî û hevahengiya rastîn a di navbera aliyên siyasî yên Bexda û Hewlêrê de, bo çespandina tenahiya siyasî û çareserkirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li gorî destûrê û rêzgirtina li sîstema federal û qewareya Herêma Kurdistanê, hat kirin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Şemî, 23ê Gulana 2026ê) gihîşt Bexdayê û di çarçoveya seredaneke dîplomatîk a berfireh bo Bexdayê de, çend civînên giring li gel serokatiya her sê desthilatên federal (Bicihanîn, Qanûndanan û Dadwerî) kirin.

Herwisa biryar e Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her îro civîn û hevdîtinên xwe yên li paytexta Iraqê berdewam bike û çend hevdîtin û danûstandinên giring bi hejmareke serkirdeyên siyasî yên Iraqê re bike.

Piştgiriya Hewlêrê bo Kabîneya Nû ya Iraqê

Amanca serekî ya vê livîna dîplomatîk a berfireh a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandina piştgiriya fermî ya Herêma Kurdistanê bo biserxistina kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bû, bi merema xizmetkirina wekhev a hemî welatiyan.

Her di wan civînan de bizavên cidî bo misogerfkirina yekdengiyeke neteweyî hatin kirin, daku arêşeyên hilawestî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rengekî bingehîn bên çareserkirin; ku tê de tevahiya aliyan li ser pêdivîtiya rêzgirtina li qewareya fermî û federalî ya Herêma Kurdistanê, dûrxistina qanûnên neteweyî û vegeriyana ber bi destûrê hevnerîn bûn, daku hemî astengiyên siyasî û aborî bên rakirin.