Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê nîqaş kir

Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn
Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir û pê re rewşa siyasî ya Iraq û deverê nirxand û bal kişand ser rewşa navxweyî û astengiyên li pêşberî pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê.

Li gorî ragihandina fermî ya Baregayê Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) li Pîrmamê pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.

Di wê hevdîtinên de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya deverê li hev guhertin. Herwisa bal kişand ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û astengên li pêşberî pêvajoya siyasî Herêma Kurdistanê.

Ev civîna giring a navxweyî ya di navbera Serok Barzanî û Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de di demekê de ye ku li ser asta federal, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di roja duyê ya seredana xwe ya dîplomatîk de li Bexdayê hejmareke lihevkirinan ligel serkirdeyên wekî Xemîs Xençer, Qasim Arecî û Mihemed Şiya Sûdanî kirine.

Ew lihevkirin bo vekirina boriya Ceyhanê ya petrolê û şandina lîjneyeke ewlehiyê bo Tehranê ne; lewma ev nêzîkbûn û danûstandinên rêberên navxweyî yên Kurdistanê mîna bizaveke stratejîk tê dîtin, bo yekkirina navmala Kurdî û avakirina yekdengiyeke neteweyî, daku Herêma Kurdistanê bikare bi yekrêzî rûbirûyî astengiyên siyasî û aborî yên qonaxa nû ya Iraq û deverê bibe.