Şivan Îbrahîm: Baykotkirina hilbijartinan ne di berjewendiya Kurdan de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û şirovekarê siyasî Şivan Îbrahîm ragihand, baykotkirina proseyên siyasî û hilbijartinan li Sûriyeyê, ne di berjewendiya Kurdan de ye. Herwiha wî bang li aliyên Kurdî, bi taybetî ENKSê kir ku şêwazê karê xwe yê klasîk biguherînin û bi stratejiyeke nû li gel Şamê û geşedanên herêmê tevbigerin.
Îro 24.05.2026, li parêzgeha Hesekê û hinek deverên Helebê hilbijartinên ji bo "Encûmena Gel a Sûriyeyê" (Parlamen) dest pê kirin. Şivan Îbrahîm, ku di heman demê de endamê Komîteya Hilbijartinê li Qamişloyê ye, ji Kurdistan24ê re rewşa siyasî û helwestên Kurdan nirxandin.
Şivan Îbrahîm bal kişand ser hejmara nûnerên Kurd û diyar kir ku hebûna tenê 4 kursiyan ji bo Kurdan kêm e. Îbrahîm got: "Hejmara nûneran divê ji vê zêdetir bûya. Bersiva vê yekê ne li cem me ye, lê li cem wan aliyên siyasî ye ku çendîn caran çûne Şamê û li gel berpirsên payebilind civiyane."
Îbrahîm herwiha destnîşan kir, niha li Qamişlo 4, li Kobanê 1 û li Efrînê 3 nûnerên Kurd hene. Li gel hinek berbijêrên Kurd ên li Hema, Şam û Helebê. Îbrahîm pêşniyar kir ku ev nûner dikarin li parlamenê "Hevpeymaniyeke Kurdî" ya xurt ava bikin.
Derbarê baykotkirina hilbijartinan de, Şivan Îbrahîm hişyarî da û wiha axivî: "Şam dixwaze hevsengiyekê ava bike. Ger Kurd baykotê bikin, em ê çi bikin? Hemû yasa û biryarên welat di parlamenê de derdikevin. Ger nûnerên Kurd li wir nebin, em ê nikaribin bandorê li yasayan bikin. Kurd pêdiviya wan bi Şamê heye û Şam jî pêdiviya wê bi Kurdan heye."
Şirovekarê siyasî rexne li şêwazê birêvebirina siyaseta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê girt û got: "Pêdivî ye ENKS şêwazê karê xwe biguherîne. Bi vê awayê klasîk, ne ENKS û ne jî partiyên din dikarin serkeftinê bidest bixin. Di demekê de ku hemû cîhan diguhere, divê em jî nifşên nû, ciwan û kesên xwedî ezmûn bixebitînin."
Hilbijartinên parlamenê yên ku ji ber sedemên ewlehiyê hatibûn paşxistin, îro li Hesekê, Qamişlo û Kobanê dest pê kirin. Li gorî agahiyên fermî, sindoqên dengdanê di saet 08:00an de hatin vekirin û heta nîvro berdewam kirin.