Mesrûr Barzanî: Di civîna li gel Qeys Xezelî de me behsa kêşeyên Hewlêr û Bexdayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di roja duyem a serdana xwe ya fermî ya li paytexta Iraqê de, îro 24.05.2026an li gel Emîndarê Giştî yê Asaîb Ehlî Heq, Qeys Xezelî civiya. Di civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û proseyê siyasî yê Iraqê hatin nirxandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kiriyeM di çarçoveya civînên xwe yên roja duyem a serdana xwe ya li Bexdayê de, îro Yekşemê 24ê Gulana 2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Emîndarê Giştî yê Asaîb Ehlî Heq Qeys Xezelî civiya.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa giştî, rîtmê proseyê siyasî yê Iraqê û guhertin û geşedanên dawî yên navçeyê hatin nirxandin.
Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Derbarê girîngiya piştgirîkirina hikûmeta federal ji bo çareserkirina kêşeyên hilpesartî yên li gel Herêma Kurdistanê, baştirkirina rewşa xizmetguzariyên giştî û pêşxistina derfetên geşepêdana aboriya Iraqê, nêrîn hatin parvekirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de di daxuyaniyekê de got: "Di civîna me ya li gel Qeys Xezelî de, me behsa kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir. Herwiha me mijara temamkirina kabîneya Serokwezîrê Federal Elî Zeydî nirxand. Em wekî Herêma Kurdistanê jî dixwazin ku kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de were pêkanîn."
Derbarê wan çekên ku Serokê Amerîkayê behs dike ku dane Kurdan, Mesrûr Barzanî got: "Pêdivî ye ev pirs ji hikûmeta Amerîkayê were kirin, ji ber ku eger Amerîkayê çek radest kiribin, ew bi xwe jî dizane radestî kê kiriye. Ez li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjim em ne agahdar in; bila Amerîka aşkere bike ku çek radestî kîjan alî kiriye."