Mesrûr Barzanî: Piştgiriya serokên eşîran hêzê dide me
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Bexdayê pêşwazî li hejmarek serokên eşîrên başûr û navenda Iraqê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulanê ji serokên eşîran re got: "Piştgiriya we hêzê dide me jî. Dema em piştgiriya we dibînin, em dilgerm dibin û şanaziyê dikin ku em di welatekî de bi hev re dijîn."
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ew careke din bi dostaniya serokên eşîran şanaz in û peywendiyên wan dîrokî ne.
Herwiha got: "Înşelah ev peywendiya dîrokî ya ku di serdema nemir Mela Mistefa Barzanî de hebû û di serdema Serok Barzanî de jî berdewam kiriye, înşelah em ê jî van peywendiyên li gel we bidomînin."
Serokekî eşîrê jî ji Mesrûr Barzanî re got: "Em bi dîtina cenabê te gelekî kêfxweş in. Tu mezinê hemû vî xelkî yî. Bi rastî em dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin."