Serok Barzanî û Mistefa Kazimî rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Serokwezîrê berê yê Iraqê, rewşa siyasî û dawîn geşedan û guhertinên navçeyê gotûbêj kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Gulana 2026an pêşwaziya kesayetê siyasî û Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de bi giştî rewşa siyasî û dawîn geşedan û guhertinên navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de bal hate kişandin ser rewşa siyasî ya Iraqê û herwiha hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hate nirxandin.