Serokê eşîreke Ereb: Mesrûr Barzanî li vir ne mêvan e, ew xwediyê malê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Bexdayê de, pêşwazî li hejmarek serokên eşîr û tîreyên parêzgehên navend û başûrê Iraqê kir. Di hevdîtinê de, serokên eşîran wekî nîşaneya rêz û dilsoziyê, çekekî "Birno" yê dîrokî pêşkêşî Mesrûr Barzanî kirin.

Serokê wê eşîra ku diyariya Bîrno pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir, ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Mesrûr Barzanî li vir ti carî ne mêvan e, ew bi xwe xwediyê malê ye. Em û birayên xwe yên Kurd yek in û ti cudahî di navbera me de tune ye. Pêdivî ye em ji tayfegeriyê dûr bikevin û her dem kar ji bo nêzîkbûnê bikin. Serdana wî ya bo Bexdayê gelekî girîng e."

Serokê eşîrê bal kişand ser nêzîkatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û destnîşan kir ku ew yekem serokwezîr û kesayetê siyasî ye ku bi vî awayî bi germî pêşwaziya serokên eşîrên başûr û navenda Iraqê dike û guh dide daxwaz û pirsgirêkên wan. Herwiha got: "Pêdivî ye mafên xelkê Kurdistanê neyên binpêkirin. Ev hewildanên wî yên ji bo nêzîkkirina pêkhateyan cihê rêzê ne."

Diyariya Birno: Sembola dîrok û rûmetê

Derbarê diyariya çekê birno de, serokê eşîrê diyar kir ku ev yek li gorî nerîtên eşîrî rûmeteke mezin e û wiha berdewam kir: "Bexşîna vî çekî nerîtekî eşîrî yê kevn e. Birno ji bo me sembola dîrok û koka me ya kevn e. Me xwast bi vê diyariya hêsan rêz û dilsoziya xwe ji bo Serokwezîr nîşan bidin."