Hevpeymaniya Siyade: Herêma Kurdistanê nimûneya pêşketinê ye û serdana Mesrûr Barzanî erênî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hevpeymaniya Siyade ragihand, ew Herêma Kurdistanê wekî hevbeşekî sereke û stratejîk ê avakirin û geşepêdana Iraqê dibînin. Herwiha serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê wekî destpêka çareseriyeke bingehîn nirxand.

Berdevkê Hevpeymaniya Siyade Mihemed Ebbas Et-Taî îro 24ê Gulanê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, nêrîna hevpeymaniya wan a li ser pêgeha Herêma Kurdistanê û peywendiyên bi Bexdayê re eşkere kir.

Mihemed Ebbas Et-Taî got: "Herêma Kurdistanê nimûneyeke mezin a pêşketin û şaristaniyê ye û xwedî ezmûneke serkeftî ye. Pêdivî ye Iraq çav li vê ezmûna tijî serwerî bike û jê sûd werbigire. Divê hemû hewildanên ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûr û prensîbên hikûmranî bin da ku hemû astengî werin derbaskirin."

Derbarê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo paytext Bexdayê û hevdîtinên wî yên li gel aliyên siyasî, Berdevkê Siyade got: "Ev serdan gelekî girîng bû û civîn di atmosfereke erênî de derbas bûn. Ev gav dikare bibe bingeha çareserkirina gelek kêşeyên kronîk ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji ber ku di navbera aliyan de têgihiştineke pir baş çêbûye."

Et-Taî di dawiya axaftina xwe de bangek li aliyên Şîe kir ku di navbera pêkhateyên Iraqê de cudahiyê nekin û got: "Divê maf û şayisteyên darayî yên welatiyên Herêma Kurdistanê li gorî yasa û destûrê werin dabînkirin. Pêdivî ye Hikûmeta Federal di pêşerojê de bi awayekî zelal û wekî hevbeşekî rastîn serederiyê li gel Herêma Kurdistanê bike."