Geştiyariya Dihokê planeke hûr ji bo rojên cejnê amade kiriye

Dihok (K24) – Parêzgeha Dihokê hemû amadekariyên xwe ji bo pêşwaziya pêleke mezin a geştiyaran di rojên Cejna Qurbanê de bi dawî kirin. Tê pêşbînîkirin ku bi hezaran geştiyar ji naverast û başûrê Iraqê berê xwe bidin deverê.

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re, kerta geştiyariyê li parêzgeha Dihokê ketiye rewşa amadebaşiyê. Bi sedan binkeyên geştiyarî û hotelan deriyên xwe ji bo mêvanên cejnê vekirine. Berpirsên geştiyariyê diyar dikin ku sînor vekirî ne û ti astengî li pêşiya hatina geştiyaran nînin.

Amadekariyên li Dihokê ne tenê di asta saziyên hikûmî de ne, lê kerta taybet û hotelan jî xwe ji bo cejneke qerebalix amade kirine. Xwediyên hotelan radigihînin ku piraniya odeyên wan ji aliyê komên geştiyarî yên naverast û başûrê Iraqê ve ji berê de hatine girtin.

Xwediyê hotelê, Şêrwan Haşim derbarê amadekariyan de dibêje: "Me hemû amadekarî kirine. Em pêşbînî dikin ku hatina geştiyaran dê ji cejna borî zêdetir be, ku wê demê şer li deverê hebû. Geştiyar bi rêya komên geştiyariyê yan jî bi otomobîlên xwe yên taybet tên û cihên xwe li ba me digirin."

Rêveberiya Geştiyariyê ya Dihokê planeke hûr ji bo rojên cejnê amade kiriye. Komîteyên çavdêriyê dê berdewam di nav kar de bin, da ku kalîteya xizmetguzariyan biparêzin û rê li ber giranbûna nirxan bigirin.

Berdevkê Geştiyariya Dihokê Şemal Cafer ragihand: "Bi serpêpariya Rêveberê Giştî, planeke organîzekirî ji bo xizmeta geştiyaran hatiye danîn. Di nav de belavkirina rêberên geştiyariyê, sazkirina ahengan û hevahengiya ligel dezgehên ewlehiyê û komeleya hotel û xwaringehan heye."

Li parêzgeha Dihokê 750 binkeyên geştiyarî yên cuda hene ku dikarin her şev pêşwaziya zêdetirî 17 hezar geştiyaran bikin. Ev kert wek yek ji stûnên girîng ên aboriya herêmê tê dîtin û derfeta kar ji bo zêdetirî 13 hezar kesan peyda kiriye.

Tê çaverêkirin ku ev qerebalixa cejnê ne tenê bibe sedema geşbûna kerta taybet, lê di heman demê de bandoreke erênî li ser rewşa darayî û debara jiyana welatiyên parêzgehê jî bike.