Abdullah Ocalan: Dema me ya windakirinê tune ye, divê çareserî bi qanûnan bê misogerkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê piştî hevdîtina ligel Abdullah Ocalan daxuyaniyek belav kir. Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser rewşa li Rojhilata Navîn û tekez kir ku divê pêvajoya çareseriyê bi rêya qanûnî û di bin sîwana parlamenê (TBMM) de bê meşandin.

Lijneya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand, wan roja 24ê Gulana 2026an li Girtîgeha Îmraliyê ligel Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li cem wî hevdîtinek pêk aniye. Lijneyê îro 25ê Gulanê hûrgiliyên nirxandinên Ocalan bi raya giştî re parve kirin.

Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de got: "Rojhilata Navîn ji her tiştî re vekirî ye. Dewletên wekî Îsraîl û Îranê tûj dibin û wisa xuya dike ku dê hîn tûjtir bibin. Xurtkirina netewperestiya teng li herêmê zerarê dide. Em hewl didin pêşî li hesabên xwînî bigirin."

Ocalan derbarê pêvajoya çareseriyê de lezgîniya mijarê anî ziman û destnîşan kir ku divê her tişt li ser bingeha qanûnan be: "Dema me ya windakirinê tune ye. Tevgerîna bi bendewariyê tenê xetereyan mezin dike. Divê TBMM bi berpirsyariyeke dîrokî tevbigere. Çarçove-qanûnek dikare bingeha vê pêvajoyê ava bike."

Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê, bi taybetî nêzîkatiya li hember Partiya Gel a Komarê (CHP) û wiha got: "Gelo şikandina deriyê navenda giştî ya partiyeke siyasî bi balyozê, li gorî demokrasiyê ye? Pêkanînên li ser CHPê nîşaneya nebûna demokrasiyê ne. Pêşxistina pênaseya demokratîk a Komarê mijara herî lezgîn e."

Ocalan destnîşan kir ku ew hewl didin zemîna çareseriyê li Îmraliyê mezin bikin û ev pêvajo wekî "nûjenkirin û modernîzekirina têkiliyên Kurd û Tirkan" pênase kir. Ocalan got: "Ev e wateya entegrasyona Kurdan a di komara demokratîk de. Hêmana şîdetê ya ku ji meseleya Kurdî çavkanî digire, bi sîstematîka çareseriyê tê derbaskirin."

Di dawiya peyama xwe de, Abdullah Ocalan silavên xwe şandin bo ronakbîr û akademîsyenên navneteweyî yên ku piştgirî dane "Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk" û diyar kir ku ew amade ye her cûre pêşniyar û rexneyên wan bi hûrî binirxîne.

Lijneya Îmraliyê diyar kir ku ev hevdîtin û nirxandin ji bo paşeroja demokrasiya Tirkiyeyê û aramiya herêmê xwedî giringiyeke stratejîk in.