Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê goşt li ser hezar malbatên Pîremegrûnê belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê di rojên Cejna Qurbanê de dest bi belavkirina goştê qurbaniyan li ser malbatên jar kiriye. Di vê çarçoveyê de jî, îro goşt li ser hezar malbatên xwecihên bajarkê Pîremegrûnê belav kirin.
Berpirsa Nivîsîngeha Silêmaniyê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê Sirwe Salih îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) li ser belavkirina goştê qurbaniyan li ser xelkê jar û destkurt ji Kurdistan24ê re axivî.
Berpirsa Nivîsîngeha Silêmaniyê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ragihand ku îro goştê qurbanî li ser hezar malbatên xwecihên du gerokên mezin ên bajarkê Pîremegrûnê (li sînorê parêzgeha Silêmaniyê) hatiye belavkirin.
Sirwe Salih amaje bi wê yekê jî kir ku nivîsîngeha wan di çend rojên borî de, di çarçoveya proje û pêngavên xwe yên mirovî de, du hezar paketên xwarinê pêşkêşî welatiyên jar ên li devera Silêmaniyê kirine.
Terxankirina zêdetir ji 945 milyon dînaran bo cejnê
Hevdem Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê Mûsa Ehmed jî duhî (Çarşem, 27ê Gulana 2026ê ku roja yekê ya Cejna Qurbanê bû) di kongreyeke rojnamevanî de eşkere kiribû ku zêdetir ji 945 milyon dînaran ji bo dabînkirina goşt û kincên cejnê ji bo malbatên jar û sêwiyan li seranserî Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin.