Ocalan: Ji her demê zêdetir em nêzîkî azadî û demokrasiyê ne

Abdullah Ocalan
Abdullah Ocalan

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan ragihand ku, bo pîrozkirina Cejna Qurbanê, seredana Rêberê PKKê yê zindankirî Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê kiriye û peyameke nû ji wî veguhastiye.

Parlamenterê DEM Partiyê yê bazineya Ruhayê (birazayê Ocalan) Omer Ocalan Duhî (Pêncşem, 28ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê belav kir ku, bo pîrozkirina Cejna Qurbanê, seredana Rêberê PKKê yê zindankirî Abdullah Ocalan li zindana girava Îmraliyê kiriye.

Li gorî posta Omer Ocalan, Abdullah Ocalan bi rêya wî silavên xwe ji gel re şandine û ragihandiye: "Ji her demê zêdetir em nêzîkî azadî û demokrasiyê ne." Wî herwisa diyar jî kiriye ku Ocalan Cejna Qurbanê li tevahiya gel pîroz kiriye û hêvî xwestiye ku ev qonax ber bi azadiyê ve pêngavan baveje.

Ev hevdîtin di demekê de ye ku ev demeke dirêj bû rê li hevdîtinên malbat û parêzeran ligel Abdullah Ocalan dihat girtin, û belavbûna vê peyamê ji aliyê parlamenterekî DEM Partiyê ve dengvedaneke mezin di medyayên Tirkiye û deverê de çê kiriye.

Pervîn Buldan: Civînê 3 saetan vekêşa û Ocalan daxwaza qanûneke bingehîn kir

Her li ser seredankirin û civîna ligel Ocalan, Pervin Buldan jî duhî ragihand: “Civînê sê saetan vekêşaye û Ocalan nirxandineke hûr bo forma wê qanûnê kiriye ya ku divê bê amadekirin.

Buldan herwesa got: "Ocalan difikire ku divê qanûneke bingehîn û destûrî bê derxistin, ku ji 7 heta 8 madeyan pêk bê. Ev qanûn dê bibe çerxa livîner a demokrasiyê û tenê bo yek carê tê bicihanîn."