Şanda Herêma Kurdistanê li Parlamena Belçîkayê daxwaza piştgiriya navdewletî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê tevî şandekê seredana Parlamena Belçîkayê kir û ji aliyê Komîteya Peywendiyên Derve ya wê parlamenê ve pêşwaziya wan hat kirin. Di civînê de daxwaza parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û rawestandina êrîşên bi mûşekan hat kirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dr. Dilawer Ajgeyî îro (Înî, 29ê Gulana 2026ê) tevî şandekê seredana Parlamena Belçîkayê kir û ji aliyê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamena Belçîkayê ve pêşwaziya wan bi germî hat kirin.

Di civîneke berfireh deligel serok û endamên wê komîteyê, Dilawer Ajgeyî bal kişand ser pêşveçûnên dawiyê yên siyasî, aborî û ewlehiyê yên Rojhilata Navend. Navborî herwisa tekez li ser pêgeha Herêma Kurdistanê wekî faktoreke sereke ya seqamgiriya li deverê kir û behsa wan astengiyan kir ên ku rûbirûyî qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê dibin.

Êrîşên bi mûşekan û daxwaziyên destûrî yên Hewlêrê

Tewerên serekî yên danûstandinên di navbera her du aliyan de li ser van xalan bûn:

- Rewşa Ewlehiyê û Êrîş: Nirxandina rewşa ewlehiyê û pirsa êrîşên bi mûşek û dronan li ser Herêma Kurdistanê, tevî ragihandina agirbestê û bandorên neyînî yên wan êrîşan li ser jiyana welatiyan.
- Piştgiriya Siyasî û Destûrî: Daxwazkirina piştgiriya Parlamena Belçîkayê bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de.
- Peywendiyên Aborî: Behskirina peywendiyên aborî û handana kompanyayên Belçîkayî daku veberhênanê di sêktorên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê de bikin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku Kurdistan herdem wekî navendeke aram û pêkvejiyana aştîyanê dimîne. Ji ber wê yekê jî daxwaz ji civaka navdewletî û bi taybetî Yekîtiya Ewropayê û Belçîkayê kir ku bo rûbirûbûna astengiyan zêdetir piştgiriyê bidin Herêma Kurdistanê.

Belçîka pesna rola Herêma Kurdistanê dide

Serok û endamên Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamena Belçîkayê jî ji aliyê xwe ve pesna rola bibandor a Herêma Kurdistanê li deverê kir û dilsoziya xwe bo gelê Kurdistanê tekez kir. Parlamenterên Belçîkayê soz jî da ku daxwazî û nerînên şanda Herêma Kurdistanê dê di karnameya bê ya parlamenê de rengvedan hebe, û tekez li ser giringiya berdewamiya peywendiyên di navbera Hewlêr û Brukselê de jî kir.