Li Herêma Kurdistanê werzê dirûnê dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi nêzikbûna werzê dirûnê re, Rêveberiya Bervaniya Şaristanî ya Dihokê û cotkarên herêmê ji bo parastina berhema îsal ketine nava amadebaşiyê. Hat ragihandin, li dijî kesên ku bibin sedema şewatê, cezayên giran ên yasayî dê bên sepandin.
Rêveberiya Bervaniya Şaristanî ragihand, tîmên wan ji bo rûbirûbûna her bûyereke nexwestî di amadebaşiya tam de ne. Rêveberiyê hişyariyeke tund da ku her kesê bi zanebûn agir vêxe yan jî li nêzîkî zeviyên çandiniyê paşmayiyên cixarê bavêje, dê bi cezayên giran ên yasayî re rûbirû bibe.
Cotkar Zêrevan Mecîd ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Tenê çend roj man ku em dest bi dirûnê bikin. Divê di vê heyamê de her kes hevkar be. Ev genim milkê hemû gel e, lewma parastina wê erkê me hemûyan e. Di salên borî de ji ber şewatê zerarên mezin gihîştin me, em naxwazin ew êş dubare bibin."
Berdevkê Bervaniya Şaristanî ya Dihokê Bêwar Ebdulezîz diyar kir, wan rêziknameyên nû weşandine û got: "Pêwîst e welatî bi tîmên me re di hevkariyê de bin. Heke bûyereke şewatê rû bide, divê di cih de me agahdar bike. Ji niha ve heta dawiya werzê dirûnê, em ê tedbîrên pir tund pêk bînin."
Li gorî amarên fermî, îsal li parêzgeha Dihokê li ser rûberê zêdetirî 910 hezar donim zevî, genim û ceh hatine çandin. Tê pêşbînîkirin ku îsal li herêmê nêzîkî 700 hezar ton genim were berhevkirin.