Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya stratejîk a ava Xankê xiste xizmetê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bidawîbûna projeyeke stratejîk a avê li sînorê Xankê ragihand. Ev projeya ku bi lêçûna 3.5 mîlyar dînaran hatiye cîbicîkirin, dê pirsgirêka kêmava herêmê bi temamî çareser bike.
Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê 31ê Gulana 2026an ragihand, karên projeya ava Xankê bi rêjeya %100 bidawî bûne û proje ketiye xizmetê.
Ev projeya stratejîk ku li ser gola Benda Mûsilê hatiye avakirin, bi lêçûna 3 mîlyar û 500 mîlyon dînaran hatiye temamkirin. Li gorî agahiyên teknîkî, şiyana projeyê heye ku di saetekê de 3 hezar û 400 metre sêcar (m³) ava paqij û tendurist berhem bîne. Bi destpêkirina vê projeyê, kêşeya kêaviyê li devera Xankê bi temamî tê çareserkirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyê herwiha aşkere kir, proje tenê bi Xankê ve sînordar namîne. Di qonaxa duyem de, biryar e ku ava paqij a vê projeyê bigihîje navçeyên Sêmêl, Tenahî û Misêrîkê jî. Bi vî awayî, hejmareke zêdetir a welatiyên herêmê dê ji ava paqij a niştimanî sûdmend bibin.
Ev proje di çarçoveya planên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye cibicîkirin ku armanc jê xurtkirina jêrxana avê û gihandina xizmetguzariyên bingehîn ji bo hemû navçe û bajarokên Kurdistanê ye.