PDK 51emîn salvegera damezirandina YNKê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi boneya 51emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê weşand û tekezî li ser yekrêziya navxweyî ya Kurdistanê kir.

Polîtburoya PDKê îro Yekşemê 31ê Gulana 2026an, bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina YNKê li Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî, endamên polîtburoyê, kadr û alîgirên wê partiyê pîroz kir.

PDKê di peyama xwe de got: "Di vê derfetê de, em careke din tekeziyê li ser hevahengî û tebayiya di navbera hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de dikin, ji bo çareserkirina rast û dirust a kêşe û pirsên niha yên çarenivssaz, herwiha ji bo parastina destkeftiyên me, bihêzkirina saziyan û berevanîkirina li qeyana destûrî û siyasî ya Herêma Kurdistanê."