Şaredariya Helebceyê dest bi dabeşkirina zeviyan li ser fermanberan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Helebceyê ragihand, proseya dabeşkirina zeviyan li ser fermanber, mamoste û xanenşînên ku ji sala 2005an ve fermanên wan hene û heta niha sûdmend nebûne, dest pê dike. Di qonaxa yekem de 137 kes dê bi rêya pişkê zeviyên xwe wergirin.

Serokatiya Şaredariya Helebceyê îro 1ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de bang li hemû fermanber, mamoste û xanenşînên ku navên wan di lîsteya sûdmendan de heye kir ku roja 8ê Hezîranê li Hola Mistefa Zelmî amade bin. Armanca amadebûnê, encamdana pişkê ye ji bo diyarkirina cihê zeviyên wan.

Şaredariyê herwiha hişyarî da wan fermanber û xanenşînên ku hîn proseyên xwe yên yasayî û kaxezên sûdmendbûnê temam nekirine, di zûtirîn dem de serî li Beşê Milkdariyê bidin, da ku karên xwe bidawî bikin. 

Berdevkê Şaredariya Helebceyê Ferhan Îzzet ragihand, di vê qonaxa yekem de 137 kes bi rêya pişkê, dibin xwedî zevî. Herwiha aşkere kir, li parêzgeha Helebceyê bi giştî 8 hezar û 118 fermanberan navên xwe qeyd kirine û mercên wan guncav in. Dabeşkirin dê bi çend qonaxan berdewam bike.

Pêştir jî Serokê Şaredariya Helebceyê Selam Bîlal diyar kiribû ku zêdetirî 8 hezar kes mafê wan ê wergirtina zeviyan heye. Ev prose piştî fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya di 27ê Adara 2024an de hat, ku tê de biryar hatibû girtin ku zevî li ser hemû fermanberên ku heta niha sûdmend nebûne, werin dabeşkirin.