Behreynê geştkirina welatiyên xwe bo Îran û Iraqê qedexe kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Behreynê ji ber aloziyên ewlehiyê yên li navçeyê û encamên êrîşên Îranê, geştkirina welatiyên xwe bo her du welatên cîran, Îran û Iraqê qedexe kir.

Wezareta Navxwe ya Behreynê îro 2ê Hezîrana 2026an, biryarek nû weşand û tê de ragihand ku heta demeke nediyar geşta welatiyên Behreynî bo Komara Îslamî ya Îranê û Komara Iraqê hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin, ev biryar ji bo parastina ewlehiya niştimanî û silametiya welatiyan hatiye girtin. Wezaretê bal kişand ser "berdewamiya aloziyan û encamên êrîşên Îranê" û hişyarî da ku her kesê vî qedexeyî binpê bike, dê bi rêkarên yasayî yên tund re rûbirû bibe.

Ev biryara Behreynê piştî şerekî berfireh tê ku di 28ê Sibata borî de di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de qewimîbû. Li gorî amarên fermî, ji destpêka wî şerî ve heta niha Tehranê zêdetirî 6 hezar û 600 êrîşên cuda birine ser welatên Kendavê.